Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Alman Serdana Erebîstana Saudî Taloq Kir


Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas serdana Erebîstana Saudî taloq kir.

Maas ji rojnamevanan re dîyar kir ku heta ku vekolînên ser rojnamevanê hinda Cemal Xaşiqcî temam dibin, ewê hemî planên bo serdana Erebîstana Saudî taloq bikin.

Wezîrê Alman ser hindabûna Xaşiqcî got ku ‘’bi awayekî zêde tengezarî û fikaran çêdike’’ û xwest ku rewşa rojnamevana Saudî demûdest were ronîkirin.

Maas dîyar kir ku ger Erebîstana Saudî daxuyanîyekê bide ewê careke din binirxînin ku di demeke wisa de serdana wî welatî rast e yan ne.

Rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Tirkîye ser gumana kuştina Xaşiqcî disekine, lê Erebîstana Saudî vê îdiayê red dike.

XS
SM
MD
LG