Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

11 Hemwelatîyên Almanya Jiber Sedemên Siyasî li Tirkîyê Girtî Ne


Berdevkekî Wezareta Derve ya Almanya dîyar kir ku hemwelatîyekî din yê Alman li Tirkîyê hatiye girtin.

Berdevkê wezaretê da zanîn ku Balyozxaneya Alman ya li Stenbolê, xwestîye serdana wî hemwelatîyê Alman bike, lê karbidestên Tirk hîn destûr nedane.

Hemwelatîyê Alman, di 10’ê Îlonê de bi xanima xwe re li Stenbolê hatibû desteserkirin û paşê jinik hatibû berdan.

Berdevkê hikûmeta Almanya Steffen Seibert îro Înê dîyar kir ku bo ku Tirkîye hemwelatîyên wan berde çi ji dest wan tê, dikin.

Li gor daneyên Wezareta Derve ye Almanya, 54 hemwelatîyên wî welatî di hepsên Tirkîyê de ne û ji wan 11 kes jiber sedemên siyasî girtî ne

XS
SM
MD
LG