Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Navxwe yê Almaniya: Dibe Êrîşên Din Yên Yekesî Pêkbên


Wezîrê Navxwe yê Almaniya Thomas de Maizière
Wezîrê Navxwe yê Almaniya Thomas de Maizière

Wezîrê navxwe yê Almaniya Karl Ernst Thomas de Maizière roja çarşemê ragihand ku dibe êrîşên din yên take kesî li Almaniya pêk bihên, yên weke êrîşa roja duşemê ji aliyê xurtekî 17 salî dema bi biviran êrîş li hember neferên trênekê li bajarê Wurzburg encam dayî.

Thomas de Maizière herweha dibêje Almaniya jî weke her welatekî yekêtiya Ewrupa armanca êrîşên terorîstên navnetewîye.

Wezîrê navxweyê Almaina Thomas de Maizière herweha got, hind belge hene ku, kesê roja duşemê li dij neferên trênê li bajarê Wurzburg êrîş encam dayî welatiyekê pakistanîye, ne yê Efganî.

Wek tê zanîn roja duşemê xortekî 17 salî li bajarê Wurzburg yê Almaniya bi bivran êrîş li hember neferên di trênê de bûn pêkanî, şûnde rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ê vîdoyek weşand û da zanîn ku ew xort serbazekê wan yê dewleta xîlafetê bû.

XS
SM
MD
LG