Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya 4 Dîplomatên Sûrî Dersînor Dike


Almanya 4 Dîplomatên Sûrî Dersînor Dike

Almanya îro Pêncşemê dibêje, ew 4 dîplomatên Sûrî ji balyozxaneya Sûrî ya li Berlîn'ê dersînor dike, piştî ku karbidestan 2 zilamên ku li ser grubên opozîsyonê Sûrî sîxûrî dikirin.

Çîn ku bi Rûsyayê pêşnîyara Civata Ewlehîyê veto kirîbû, roja Pêncşemê got, ew dixwaze bi opozîsyona Sûrî re di nav pewendîyê de be, piştî ku şandeyeke hevrik serdana Bejing'ê kirîbû.

Hevdem, Tirkîye jî amadekarîya konferanseke navnetewî li Stenbolê yan li welatekî din yê herêmê dike ku piştgirîya gelê Sûrîyê bike.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu jî vê gavê li Washingtonê ye ku ligel Wezîra Derve Hillary Clinton û rêberên Kongresa Amerîkî kom be û li ser rewşa Sûrîyê hevdîtinan bike.

XS
SM
MD
LG