Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî: Di Êrîşa Dijî Humsê de 57 Kes Hatine Kuştin


Rûniştvanên taxa Baba Emr ya li nêzîkî Himusê li stêrgeheke ne.

Bizavkarên mafên mirovan dibêjin, hêzên hikûmetê êrîşa xwe ya dijî bajarê Humsê îro Pêncşemê jî domand û bi kêmî ve 57 kes di tundûtûjîyê de hatine kuştin.

Topbarankirina Pêncşemê çend taxên bajêr kir armanc ku bizavkar dibêjin, êrîşên hikûmetê bi sedan kes ji zûtirîya Şemîyê vir ve kuştibûn.

Hejmara kuştîyan nikarin bêne piştrast kirin jiber ku Sûrîye rê li ber ragihandina serbixwe digire.

Karbidestên Sûrî ji alozîyên heyî terorîstên çekdar gunehbdar dikin û dibêjin ew ji peqînên otomobîlî yên rojên dawî yên li Humsê berpirs in.

Serokê Sûrî Beşar Esed soz da ku cîgirê xwe Faruk El Şaraa bi dîyaloga opozîsyonê re erkdar bike. Lê, grubên opozîsyonê red dikin ku danûstandinên bi hikûmetê bikin.

XS
SM
MD
LG