Almanya û Fransa dixwazin sizayên Yekîtîya Ewrupa (YE) yên dijî Sûrîyê werin sivik kirin.
Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot ji Radyoya France Inter re got ku hin tole rê li ber alîkarîyan û pêşveçûna Sûrîyê digirin.
Barrot dîyar kir ku ew dikarin wan sizayan demûdest rakin.
Washingtonê serê vê hefteyê ragihandibû ku seba xizmetên serekî yên li Sûrîyê bi hêsanî werin dayîn ewê jibo 6 mehan destûr bide ku jibo wî welatî alîkariyên sotemenî û elektrîkê werin kirin.
Bi vê destûrê derfet çêbûye ku heta 7’ê Tîrmehê bi Sûrîyê re bazirganîya enerjîyê çêbibe.
Barrot got ku YE jî dikare biryareke heman rengî bide, lê ti dem nîşan neda.
Wî dîyar kir ku rakirina toleyên sîyasî jî girêdayî sîyaseta rêvebirîya nû ya Sûrîyê ye.
Wezareta Derve ya Almanya do Sêşemê ragihandibû ku ew ser rakirina hin toleyên dijî Sûrîyê danûstandinan dikin.
Li gor wê wezaretê divê toleyên wan kesan ku bidomin ku di dewra rejîma Beşar Esad de sûcên giran kirine.
Hin dîplomatên Ewrupî dibêjin ku wezîrên derve yên YE berî hilcivîna Brukselê, ku wê 27’ê Çileyê çêbe, hewil didin ku ser rewşa toleyên dijî Sûrîyê li hev bikin.
Sûrîye jiber nebûna enerjîyê bi rewşeke dijwar re rûbirû maye ku gelek herêmên wê rojê bi tenê du-sê saetan elektrîkê distînin.
Rêvebirîya nû ya Sûrîyê dixwaze heta du mehan rojê 8 saetan elektrîkê bide.
Jêder: Reuters