Wezareta Navxweyî ya Almanya ragihand ku ewê hêdî hêdî ji Tirkîyê nexwazin ku îmaman bişîne Almanyayê.
Wê wezaretê dîyar kir ku wan bi Wezareta Karên Dîyanetê yên Tirkîyê û Yekîtîya Tirk Îslam ya Karên Dîyanetê (DITIB) danûstandin kiriye û ser pêvajoyeke nû li hev kiriye.
Li gor lihvkirina nû, her sal wê li Almanya 100 îmamên nû werin perwerde kirin û ewê li şûna îmamên ji Tirkîyê tên şandin kar bikin.
DITIB, ku navenda wê li Kolnê ye, bi 900 mizgeftan li Almanya yek ji komên mezin yên Misilman e û li wan mizgefan bi qasî 1000 îmam kar dikin.
Konferansa Îslam ya Alman dide zanîn ku li Almanya bi qasî 5,5 mîlyon Misilman dijîn.
Wezîra Navxweyî ya Almanya Nancy Feaser dîyar kir ku perwerdekirina îmaman jibo entegrasyonê girîng e.
Feaser dîyar kir ku pêdivîya bi wan karbidestên olî heye ku zimanê wan dizanin, welatê wan dinasin û berevanîya nirxên wan dikin.
Wê got ku ew dixwazin ku îmam dîyaloga di navbera olan de hîn xweştir bikin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz meha borî li Berlînê ser vê mijarê axifîbûn.
Jêderên Almanya dîyar kiribûn ku Scholz û Erdogan ser lezandina perwerdeya îmaman li hev kirine û biryar dane ku Tirkîyê hêdî hêdî şandina îmaman rawestîne.
Jêder: Medya Tirkî û Almanî