Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Çarşemê got wan kontrolên demkî yên li tixubên xwe 6 mehên din dirêj kirine.
Scholz dîyar kir ku hikûmetê ser kontrolên demkî yên li tixuban YE agahdar kiriye.
Dirêjkirina kontrola li sînoran di vê demê de ye ku ji hilbijartinan re kêmtir ji 2 hefteyan mane.
Almanya meha Îlonê ser zêdebûna kesên ji birçîbûn û şerên li Rojhilata Navîn direvin jinûve dest bi kontrolkirina sînoran kiribû.
Berlîn dixwaze bi kontrolên ser tixuban, rê li ber koçberîyê û sûcên dersînor bigire.
Karbidestên Alman didin zanîn ku bi tedbîran 47,000 ji sînor hatine vegerandin û serlêdanên penaberîyê li gor sala 2023’an sala 2024an ji sê paran parek kêm bûye.
Li gor ragihandina karbidestan bi tedbîran li sînor 1,900 qaçaxçî hatine girtin.
Piranîya anketan nîşan didin ku Alternatîf jibo Almanya (AfD) ya li ser xeta rastgirîya tundrê û dijî koçberan bi 20 ji sedê dengan li rêza duduyan e.
Bi anketan partîyên serekî berê hilbijartinên 23’yê Sibatê jiber fikarên hilbijêran yên ser koçberîyê ketine bin zextê ku nîşan bidin ew dikarin dijî vê mijarê têkoşînê bikin.
Jêder: Reuters