Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Hewil Dide Rê li Ber Rêwîyên ji Brîtanya Bigire


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Almanya bêyî ku li rewişa karanîna vaksînê binêre hewil dide rê li ber rêwîyên ji Brîtanya bigire ku ew li Yekîtîya Ewrupa (YE) negerin.

Karbidestên Almanya dibêjin ku li Brîtanya cureya vîrusa korona ya bi navê Delta pir berbelav e û ew rewiş fikaran çêdike.

Reutersê dîyar kir ku berpirsên payabilind yên YE’ê dê ser fikra Almanya nîqaşê bikin û Yunanistan, Îspanya, Qibris, Malta û Portekîz jî dê dijî wê li ber xwe bidin.

Serokwezîra Almanya û hevtayê wê yê Brîtanî Boris Johnson dê di hefteya pêş de bicivin.

Çaverê ye ku Brîtanya di meha pêş de plana berfireh ya ser rêwîtîyên li derveyî welêt eşkere bike.

XS
SM
MD
LG