Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Bo Destûra Vaksîna COVID-19 Givaştinên Ser YE Zêde Dike


Wezîrê saxlemîya Almanya Jens Spahn
Wezîrê saxlemîya Almanya Jens Spahn

Almanya îro Sêşemê zexta li ser sazîyên Ewrupa zêde kir da ku nirxandinên xwe yên vaksîna COVID-19 zûtir dîyar bikin.

Wezîrê saxlemîya Almanya, komeleyeke nexweşxaneyê û gelek qanûndanêr bang kirin ku destûra bo vaksînê heya hefteya bê were pejirandin.

Wezîrê saxlemîyê Jens Spahn got ku armanca wan pejirandina berî Sersalê ye.

"Em dixwazin îsal dest bi vaksînkirinê bikin. Ez pêşwazîya raportên medya Almanî dikim ku digotin Ajansa Dermanên Ewrupî (EMA), şûna li civînek 29'ê Berfanbarê de ewê di 23'ê Berfanbarê de pêvajoya erêkirina vaksîna vîrusa korona ya Pfizer-BioNTech biqedîne," Spahn got.

Dema eşkere kirina encamên EMA yên li ser pêvajoya erêkirinê ne zelal e.

Îtalya, ku jiber vîrusa korona rûbirûyê gelek pisgirêkan e û niha li Ewrupa di warê hejmarên kuştinên bi sedama COVID-19 de, di rêza yekê de ye jî pêvajoyek pejirandinê ya bi ewle, zûtir givaştinan dike.

"Hêvîya min ev e ku EMA, li gor hemî rêgezên ewlehiyê, dê karibe perpûna Pfizer-BioNTech ji bendewarîyan zûtir bipejirîne û li welatên Yekîtiya Ewrupa vaksînkirin zûtirîn dest pê bike," Wezîrê saxlemîya Îtalya Roberto Speranza got.

Wezîr Spahn bi rojan ji EMA'yê re bêsebirîya xwe anî ziman û herwiha destnîşan kir ku Almanya 440 navendên derzîkirinê avakirine, nêzî 10.000 doktor û karmendên saxlemîyê çalak kirine û amade nû ku bi lezgînî dest bi vaksînkirinên girseyî bike.


Spahn jibo pejirandina bilez ya vaksîna nû ya ku ji hêla BioNTech ya Almanya û kompanîya dermançêker ya Pfizerê ya Amerîkî ve hatîbû peyda kirin, ku niha li Brîtanya, Amerîka, Kanada û welatên din tê bikar anîn, givaştinan dike.

Lê, Almanya nikare dest bi vaksînkirinê bike jiber ku ew hîn jî li benda erêkirina EMA ye, ji bo 27 welatên Yekîtîya Ewropî destûra derman û vaksînan dide.

"Ew nabe ku vaksînek ku li Almanya hatîye çêkirin, pejirandin û vaksînkirina li vir di Çile de were kirin," parlamenterekî federal Christine Aschenberg-Dugnus got.

Komeleya Nexweşxaneya Almanî jî daxwaz kir ku YE pêyvajoya erêkirina xweya dirêj kurt bike û jibo vaksîna Pfizer-BioNTech destûra awarte bide.

Berpirsa EMA Emer Cooke îro got ku tîmê wê jixwe gelek pir dixebite lê dema pejirandina vaksînê bi berdewamî tê nirxandin,û dibe ku dîroka ragihandina destûrê biguhere.

Fîkarên Spahn zêde dibin jiber ku li Almanya di hefteyên dawî de hejmarên pêketinên vîrusa korona rojane yên nû û kuştinên bi sedema vîrusê bi rekorî bilind têne tomar kirin.

Nexweşxane û komên bijişkî yên li seranserê Almanya jî gelek caran hişyarî dan ku ew di beşên dermankirina nexweşên giran (ICU) yên COVID-19 de digehîjin sînorên xwe.

Îro Sêşemê, 4.670 nexweşên COVID-19 li ICU yên Almanya têne dermankirin.

Almanya ji roja Çarşemê ve, bi armanca rawestandina bilindbûna berbiçav ya bûyerên COVID-19, dibistanan û piranîya firoşgehan herî kêm heya 10'ê Çile digire.

Enstîtuya Robert Koch, navenda kontrolkirina nexweşîyan ya navendî ya Almanya, îro Sêşemê 14.432 bûyerên nû û 500 mirinên nû ragihand.

Almanya heya niha bi giştî zedetirê 22.600 kuştinên vîrusê ragihandîye ku ew hîn jî yek ji sê hejmarên Îtalya an Brîtanya ye.

Serokê Enstîtuya Robert Koch hişyarî da ku piştî ku li Almanya roja Çarşemê tedbîr û qedexeyên nû dest pê ke jî dê hêjmarên bûyeran bo demeke hîn jî zêde bibe.

Wî xemgînîya xwe anî ziman ku bi taybet mirovên pîr û kesên li navendên lênerînan dijîn dîsa rûbirûyê hejmarên bilind yên nexweşîyê nin.

XS
SM
MD
LG