Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jineke Alman Jiber ku di Ciwanîya Xwe de Tevlî DAIŞ'ê Bûye Tê Dadgeh Kirin


Dimeneke ji avahîya dadgeha bilind ya Almanya (Arşîv)
Dimeneke ji avahîya dadgeha bilind ya Almanya (Arşîv)

Li Almanya jineke ku di 15 salîya xwe de bo tevlî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bibe îro Sêşemê bi îdaya alîkarî û piştgirîya tawanên dijî mirovahîyê hat darizandin.

Leonora Messing, ku niha 22 salî ye bi endamtîya rêxistina terorê û binpêkirina qanûna çekan jî tê tawanbar kirin.

Herwiha, tê îda kirin ku Messing û mêrê wê yê endamê DAIŞ'ê di 2015'an de li Sûrîyê jineke Êzîdî kirine kole.

Messing di Adara 2015'an de ji mala xwe ya li bajarê Halle ya rojhilatê Almanya revîyaye û çûye herema di bin kontrola DAIŞ'ê ya li Sûrîyê.

Ew li bajarê Raqqa ku wê demê wek 'paytexta' DAIŞ'ê hatibû ragihandin, bû
jina sêyê ya welatiyekî Almanî yê cîhadîst.

Dozger dibêjin Messing beşdarî bazirganîya mirovan bûye, piştî ku mêrê wê jineke Êzidî ya 33 salî 'kirî' û piştre 'firot'iye.

Messing, ku du keçên piçûk anîbûn dinyayê, li kampeke di bin kontrola Kurdan de li bakurê Sûrîyê hat desteser kirin.

Mêrê wê, Martin Lemke, di 2019'an de ji hêla Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ve hatibû girtin, du jinên wî wê demê ji AFP re gotibûn.

Ew, di Mijdara 2020'an de tevî 54'an kesan ku piranîya wan zarok bûn, ji alîyê hikûmetê hatibû anînê Almanyayê.
Messing li balafirgeha Frankfurtê hat girtin lê paşê hat berdan.

Li gor pêzanînên hik ûmeta Almanya, Messing di nava zêdeyî 1.150 îslamîstên ku ji 2011'an ve ji Almanyayê çûne Sûrîye û Îraqê de ye.

Hêjayî bal kişandinê ye ku li gor texmînên fermî. hîn jî li kampên li bakurê Sûrîyê 61 welatîyê Almanya û herwiha nêzî 30 kesên ku pêwendîyên wan bi Almanya re hene, têne ragirtin.

XS
SM
MD
LG