Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Efrîn di Nav Agirbesta Sûrîyê de Ye


Efrîn
Efrîn

Wezareta Derve ya Almanya dîyar kir ku Efrîn jî di nav agirbesta Sûrîyê de ye.
Wezaretê da zanîn ku biryara agirbestê ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) bo temamê Sûrîyê û divê hemî alîyên cengê rawestin.

CENY’ê dawîya hefteyê ji Sûrîyê re bo 30 roj agirbest xwestibû.

Wezerata Derve ya Almanya dîyar kir ku şêwirmendê wan Walter Lindner bi balyozê Tirkîyê yê li Berlînê re civîyaye û ji wî re nêrîna Almanya ya li ser biryara CENY’ê ji wî re gotiye.

Tirkîye îdia dike ku li Efrînê dijî terorê şer dike û ew li şerê navxweyî yê Sûrîyê ne li ti alîyê ye.

XS
SM
MD
LG