Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya bo Karbidestê Îstixbarata Rêvebirîya Esad Biryara Girtinê Dide


Almanya, bo yek ji karbidestên îstixbarata Sûrîyê, Cemîl Hasan fermana girtinê da.

Der Spiegel ji jêderên dozgerên Alman dîyar dikin ku Cemîl Hasan rê daye bi sedan kes bi êşkence û bi awayên din werin kuştin.

Cemîl Hasan yek ji karbidestên nêzîkî Serokê Sûrîyê Beşar Esad e.

Der Spiegel, ser biryara girtinê ya Almanya da zanîn ku di peyvajoya şerê navxweyî ya Sûrîyê de bo tawanbarekî rêvebirîya Esad, hewildana herî mezin ya welatekî rojava ew e.

Serdozgerîya Karlsruhe derbarê nûçeyê ti şirove nekir, lê medya Alman dide zanîn ku tawanbarkirina Cemîl Hasan di ser delîlên dîtbarî re hatiye kirin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG