Almanya bang li hemwelatîyên xwe kir ku ser vîrusa korona henekên 1’ê Nîsanê nekin.
Wezareta Saxlemî ya Almanya ji Twitterê dîyar kir ku vîrusa korona ‘’ne tiştekî komîk e’’
‘’Di vê rewişê de, bo agahîyên şaş têkoşîna dijî vîrusa korona dijwartir nekin, em ji we dixwazin ku hûn di 1’ê Nîsanê de guh nedin nûçeyên pûç’’ Wezareta Saxlemî ya Almanya di Twitterê de nivîsî.
1’ê Nîsanê wek Roja Henekan ya Cîhanê tê qebûlkirin û di vê rojê de henek tên kirin.
Wezareta Saxlemî ya Almanya: Ser Vîrusa Korona Henekên 1'ê Nîsanê Nekin
