Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Amerîka, Almanya jî Hemwelatîyên Xwe yên li Tirkîyê Hişyar Dike


Almanya hemwelatîyên xwe yên li Tirkîyê, bo çalakîyên salvegera hewildana derbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê hişyar kirin.

Wezareta Karên Derve yên Almanya, li ser malpera xwe ya ya fermî hemwelatîyên xwe yên li Tirkiyê, di salvegera hewldana derbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê de jibo serdan û ewlehîyê hişyar kirin.

Wezaretê ji hemwelatîyên xwe xwest ku ji cîhên çalakîyên polîtîk û qelebalix dûr bisekinin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê jî do Çarşemê, bo nêzîkbûna salvegera 15’ê Tîrmehê hemwelatîyên xwe yên li Tirkîyê hişyar kiribûn

XS
SM
MD
LG