Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Hemwelatîyên Xwe bo Serdana Tirkîyê Hişyar Kir


Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel
Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel

Wezareta Derve ya Almanya hemwelatîyên xwe bo serdana Tirkîyê hişyar kir. Wezaratê da zanîn ku bo hemwelatîyên Alman, li herêmên turîstîk jî rîska ‘’ji kêfî’’ girtinê heye.

Li ber e ku jiber daxuyanîya Almanya, sektora geştîyarî ya Tirkîyê zararê bibine.

Hişyarîya bo serdanê, piştî desteserkirina du Alman yên li Firîngeha Antalya hat kirin. Ji her du Alman, yek hat berdan. Berlîn dîyar dike Almanên li Tirkîyê bi awayekî siyasî têne desteser kirin.

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel got ku ‘’em nikarin ser navê turistan biryara serdanê bidin, lê me got ku berî ku herin bila vê yekê zanibin.’’

XS
SM
MD
LG