Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya bo Îdlibê Banga Agirbesta Demûdest Dike


Almanya, Belçîka û Kuwêt bo pevçûnên li Îdlibê bernivîsek pêşkeşî Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

Her sê dewletan di bernivîsê de bal kişandin ser rewşa sîvîlên li herêma Îdlibê.

AFP radigihîne ku her sê dewlet dixwazin ku li Îdlibê demûdest agirbest çêbe û rê li ber alîkarîya mirovî vebe.

Hîn nayê zanîn ku dê dengdana bo bernivîsê kengî çêbe lê li ber e ku Rûsya, ku hevalbenda rêvebirîya Sûrîyê ye, bernivîsê red bike.

Îdlib li Sûrîyê herêma dawî ya di destê serhildayan de ye.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê û Rûsya ji dawîya Nîsanê vir ve dijî herêma Îdlibê operasyonan li dar dixin.

XS
SM
MD
LG