Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Ewê Şertên Nû yên Îranê yên bo Peymana Navokî Nepejirîne


Wezareta Derve ya Almanya ragihand ku ger Îran bo vegera li peyaman navokî wek şert bixwaze ku Amerîka hin diravên wê yên hatine cemidandin serbest bike, ewê wê daxwazê red bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abullahî dabû zanîn ku divê Amerîka wek nîşana nîyeta rind cemidandina li ser 10 mîlyar dolaran rake û li dû wê gotinê berdevikekî Wezareta Derve ya Almanya got ku ger Îranê bo peymana navokî şertên nû çêke ew wê qebûl nakin.

Amerîka di dewra Serokê berê Donald Trump de, ji peymana navokî ya sala 2015'an vekişîbû.

Serok Joe Biden hewil dide ku peymanê wek berê bike, lê alîyên peymanê ser şertan li hev nakin û hîn ne zelal e ku Tahran dê kîjan sînordarkirinan qebûl bike û Washington dê kîjan toleyan rake.

Berdevikê Alman bang li Îranê kir ku di demeke kin de nêz de vegere ser peymana navokî.

XS
SM
MD
LG