Berdevika wezareta derve ya Almanya îro Duşemê ragihand ku Almanya ji Îranê dixwaze ku di danûstandinên ser vejîna peymana navokî de, pêşnîyarên realîst pêşkêş bike.
Wê bi berdewamî destnîşan kir ku pêşnîyarên Tehranê yên hefteya borî hema hema tevahîya xalên ku berê hatibûn lihevkirin, binpê dikin.
Hevdem, wê anî ziman ku pêşniyarên Îranê bo bidawîhatina serketî ya danûstandinan bingeheke da nade.
"Me pêşnîyar bi baldarî û bi hûrgilî nirxand û gehîşt wê encamê ku Îranê hema hema tevahîya xalên ku berê di çend mehan danûstandinên dijwar de hatibûn lihevkirin, binpê dikin."
Îran û hêzên mezin di meha Nîsanê de bi armanca jinûve beşdarkirina Tehran û Washingtonê ser peymana navokî ya 2015'an, li Vîyana dest bi danûstandinan kiribûn .
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump sê sal berê Amerîka yek alî ji peymanê vekişandibû.
Lê, danûstandinên li Vîyana piştî hilbijartina serokomarê tundrew yê Îranê Îbrahîm Reîsî, di Hezîranê de rawestîyan.
Danûstandinên nerasterast yên di navbera Washington û Tehranê de berî hefteyekê li Vîyana jinûve dest pê kiribûn, lê roja Înrîyê carek din qut bûn.
Berdevika Wezareta Derve ya Almanyayê got ku nayê qebûlkirin ku Îran dema ku danûstandinan bike hevdem kanîna xwe ya navokî jî pêşde bixe.
Wê got ku Berlîn dixwaze pêşkeftinên ku heya nihahatine çêkirin, bidomîne û "pêbendîya xwe ya bi rîya dîplomatîk re berdewam dike, lê pencereya derfetan her ku diçe bêtir têne girtin."
Karbidestekî payebilind yê Îranê roja Yekşemê gotibû ku dilgiranîya Amerîka jibo rakirina hemî cezayên ku ji hêla Donald Trump ve dijî Îranê hatine ragihandin, kêşeya sereke ya vejandina peymanê ye.
Hêzên welatên rojavayî ser biryardarîya Tehranê ya bo vejandina peymanê gumanbar in.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken Înîyê dîyar kiribû ku Washington dê rê nede Îranê da ku pêyvajoyê dirêj bike, dema ku ew bernameya xwe ya dewlemndkirina Uranyumê bi pêş dixe.
Hevdem, Blinken destnîşan kiribû ku heke dîplomasî têk biçe ewê îhîmalên din binirxînin.