Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dê Artêşa Îraqê Perwerde Bike


Wezîra Berevanî yê Almanya Ursula von der Leyen û hin leşkerên din
Wezîra Berevanî yê Almanya Ursula von der Leyen û hin leşkerên din

Parlamentoya Almanya dema erkdarîyê ya yekîneyên leşkerî yên Almanya yên li Sûrîye û Îraqê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin dirêj kir.

Li gor biryara hatiye pejirandin, yekîneyên Almanya dê heta 31’ê Cotmeha 2019’an piştgirîyê bidin koalîsyona navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê û hejmara leşkerên Alman yên di koalîsyonê de cîh digirin dê 800’î derbaz neke.

Bi biryara nû herwiha Almanya dê Artêşa Îraqê perwerde bike.

Wezîra Berevanî ya Almanya Ursula von der Leyen berî dengdana bo bernivîsê, di axaftina xwe de got ku ‘’Em di cengê de bi ser ketin, niha dora aştîyê ye.’’

Von der Leyen bi bîr xist ku li cîhê ku şer hebe koçberîya neqanûnî jî çêdibe.

XS
SM
MD
LG