Wezîra Berevanî ya Almanya Ursula von der Leyen dîyar kir ku ew niha nikarin ser bersîvdana bo karanîna çekên kîmyayî ya rejîma Şamê, ti biryarê bidin.
Von der Leyen li Hewlêrê ji kanala ARD’ê re da zanîn ku ‘’divê dewletên cîhanê bi hev re tevbigerin’’
‘’Em ji pêşde nizanin dê çi biqewime, lê wek Almanya em nikarin ji sêrî de berê xwe ji vê mijarê badin.’’ Von der Leyen got.
Von der Leyen dîyar kir ku hikûmeta Almanay dê li gor qanûna bingehîn û hiqûqa dewletan biryarê bide.
Wezîra Alman da zanîn ku divê rê li ber karanîna çekên kîmyayî were girtin û bang li dewletên cîhanê kir ku bo Sûrîyê bi rêkên danûstandinan çareserîyekê bibînin.