Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Almanî Jiber Tawanên Dij Mirovatiyê Sizayê Hetahetayê Zîndan li Welatiyek Sûrî Dibire


Arşîv: dadgeha Koblenz, li Almanya di dema dagehkirina tawanbarên rejîma Sûrî de.
Arşîv: dadgeha Koblenz, li Almanya di dema dagehkirina tawanbarên rejîma Sûrî de.

Dadgeha Almanî îro Pêncşemê cezayê zîndanê yê hetahetayê li efserekê berê yê saziya îstixbaratê ya desthilata serokê Sûriyê Beşar Asad birî, piştî ku ew bi kuştin, destavêtin û tawanên li dijî mirovahiyê hat tawanabr kirin, di darizandineke dîrokî de li bajarê Koblenz yê Almanya..

Enwer R. (Rislan) yê 58 salî, bi kuştin, tecawiz û destdirêjiya seksî li zindaneke Şamê ku ji aliyê yekîneyeke istixbaratî ya ku wî serokatiya wê dikir, hatibû tawankirin. Tawanbar hemê sûc red kiribûn.

Ev biryara duyemîn bû ku di heman dozê de li dadgeha bilind ya herêmê, li bajarê Koblenz yê rojavayê Almanya hat girtin. Ev dadgehkirin yekemîne ya doza tawananên rejîma Sûrî li cîhanê ku li ser êşkencekirina dewletê di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de, ku di sala 2011an de hatbû destpêkirin.

Sala borî dîsan Eyad A., endamekî din yê berê yê saziya Îstixbarata Sûriyê, bi 4 sal û nîvên zindanê hatbû sizadan bi tawana alîgiriya li êşkencekirina sivîlan di zîndanên rejîmê de.

Eric Witte ji Însiyatîfa Dadwerî ya Civaka Vekirî got, "Darizandin nîşan dide ku berpirsiyariya tawanên hovane yên rejîma Asad pêkane û belge jî gelek in, dema dadger û serdozgerên dadgeha niştîmanî xwest biryarê bipejirînin." Di dozê de gelek şahid piştgîriyê dikin.

Eric Witte herwiha got, "Bi qasî ku em pêşwaziya encamên vê dadgehê dikin, divê em ji bîr nekin ku hovîtiya tawanên ku di dadgehê de hatine îspatkirin heta îro li Sûriyê tên berdewam kirin." Hikûmeta Esed îşkencekirina girtiyan red dike.

Ev biryar dê hêviyê bide zêdetir ji 800,000 Sûriyan, yên ku li Almanya dijîn, piştî ku hewildanên avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo Sûriyê serneket.

Dozgeran li gorî qanûnên dadweriya navnetewî ya li Almanya tevgeriyane, ku rê dide dadgehan ku tawanên li dijî mirovahiyê yên ku li her dera cîhanê pêk tên dadgeh bike.

Tê çaverê kirin ku hefteya dahatî li bajarê Frankfurt yê Almanya duyemîn dadgehkirina dixtorekî Sûrî ku bi tawanên li dijî mirovahiyê gumanbare pêk bihê, di nava tawanên wî de êşkencekirina girtiyan li nexweşxaneyeke leşkerî heye ku li bajarê Humsê di salên 2011-2012 da rûdane. Dozgerên Alman wî dixtorî bi kuştina girtiyek bi derziya kujer tawanbar dikin.

Di Civata Ewlekariya Navnetewî de, her tim Rûsya û Çîn hewildanên hêzên rojavayî ji bo şandina dosyayên Sûriyê bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî veto dikin, û di encamê de kesên ji êşkence û êrîşên çekên kîmyawî rizgarbûne li hember bijardeyên sinordar dimînin jibo gehiştina lêkolînek dadwerane.

XS
SM
MD
LG