Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Jinûve Berfireh Dike


Serokwezîra Almanya Angela Merkel
Serokwezîra Almanya Angela Merkel

Serokwezîra Almanya Angela Merkel dîyar kir ku wan tedbîrên dijî vîrusa korona jinûve berfireh kirine û da zanîn ku ewê heta dawîya vê mehê bidomin.

Merkel piştî civîna bi serokên 16 eyaletan re preskonferansek li dar xist.

‘’Divê em tedbîran hîn berfirehtir bikin. Em ji hemî welatîyên xwe dixwazin ku temasê daxin asta herî nizm.’’ Merkel got.

Li gor tedbîrên nû, kesên li cîhên ku vîrusa korona lê zêde belav bûye dijîn heta ne mecbûr be dê nikaribin ji herêmên xwe derkevin.

Endamên malekê li derve dê karibin bi tenê yek endamekî maleke din re bicivin û ji her du malan herî zêde dê 5 kes karibin li hev kom bibin.

Karbidestên Almanya di nîvê Berfanbarê de biryar dabûn ku dibistan, mol û restoran werin girtin. Mol û restoran dê heta dawîya Çileyê girtî bimînin û ders jî dê wê çaxê onlayn bidomin.

Merkel dîyar kir ku ewê rêberên eyaletan di 25’ê Çileyê de jinûve tedbîran binirxînin.

Enstîtuya Robert Koch roja Sêşemê ragihand ku li Almanya di 24 saetên dawî de 11,897 kes bi vîrusa korona ketine 944 kes bi wê mirine. Agahîyên wê enstituyê raber dikin ku li Almanya ji destpêka pandemîyê vir ve 1,7 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine 35,518 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG