Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya jiber Cureya Nû ya Korona Rêwîyên ji Afrîqa Başûr Sînordar Dike


Wezîrê Saxlemî yê Almanya Jesns Spahn
Wezîrê Saxlemî yê Almanya Jesns Spahn

Ajansan nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Almanya dê Afrîqa Başûr îro Înê wek herêma cureyeke nû ya vîrusa korona ragihîne.

Bi biryara dê roja Înê bi şev di merîyetê keve, ji Afrîqa Başûr dê bi tenê Alman karibin bi rêka firokan derbazî Almanya bibin.

Almanên vedigerin, yên vaksînkirî jî di nav de, dê 14 rojan di karantînê de bimînin.

Wezîrê Saxlemî yê Almanya Jens Spahn dîyar kir ku ew cureya nû ya li Afrîqa Başûr hatiye tespît kirin bi wan re fikaran çêdike û da zanîn ku divê ew zû û bi awayekî proaktîf tevbigerin.

Pisporên ji Afrîqa Başûr dibêjin ku ew cureya nû ya bi navê B. 1. 1. 529 cureyeke awarte ye, zû belav dibe û dijî saxlemîya laşan metirsîyê çêdike.

XS
SM
MD
LG