Hikûmeta Almanyayê îro roja Duşêmê ragihand ku navendên lekolîna zanistî yên taybet li Fransa û Swêdê pişrast dikin ku reberê opozîsyona Rûsî Aleksei Navalny bi gaza Novichok ya dema Sovyetê hatiye jahr kirin.
Demekê berê navenda lekolîna zanîstî yên leşkerî ya Almanya pişrast kirîbu ku di testên Navalny de ew made dîyar bûye.
Berdevkê hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert herwiha dibejê ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW), ku bingeha wê li Lahey ê, wê di navenda zanistîyên xwe de ew madeyên ku ji Navalyn hatine girtin, test bikin.
“Ji bilî lekolînên OPCW ya Laheyê, heta niha sê lekolînên zanistî yên ji hev cûda pişrast kirin ku pêzanînên gaza Novichok sedama jahrkirina Navalny e,” Seibert di daxuyanîyekê de got,
Navalny, rikeberê herî giring ye Seroka Rûsyayê Vladimir Putin e. Ew di 22' yê Tebaxê de jibo dermankirine ji Rûsya bo Almanya hatibû birin û li nexweşxaneya Charite ya li Berlinê hat derman kirin.
Almanya bang li Rûsyayê kiribu ku we lekolîna wê bûyêrê bike, lê Rûsya îdiayên jahrkirina Navalyn red dike û dibeje ku welatên rojavayê dixwazin kempeynake li diji Rûsyayê bi kar bînin.