Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya bo Karanîna Vaksînên Dijî Omicron Dest bi Hazirîyan Dike


Almanên bi rûberkan li kolanên bajarê Dortmundê xuya dibin (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Almanya hazirîyê dike ku dest bi karanîna vaksînên dijî cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê bike.

Vaksîna bo cureyên Omicronê hatiye çêkirin vê hefteyê ji Yekîtîya Ewrupa (YE) destûra karanînê sitand.

Wezîrê Saxlemî yê Almanya Karl Lauterbach dîyar kir ku ew dikarin di hefteya pêş de dest bi karanîna vaksînên dijî Omicronê bikin.

Lauterbach da zanîn ku karanîna vaksîna dijî Omicronê di têkoşîna dijî pandemîya vîrusa korona de pêşketineke mezin e.

Wî dîyar kir ku bo ew valahîya di payîzê de dagirin divê ew ji niha ve dest bi karanîna vaksînên nû bikin.

XS
SM
MD
LG