Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qedexeya Rêwîtîyê Ser 18 Hemwelatîyên Saudî Hate Danan


Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas îro Duşemê ragihand ku Berlîn wê qedexe bike ku 18 hemwelatîyên Erebistana Saudî têkevin nav herêma Schengen ya Ewrupa.

Maas da zanîn ku ew biryar jiber îdiaya rola wan kesan ya di kuştina Cemal Xaşiqcî de hatiye girtin.

Wî herwiha got ku berî ragihandina wê biryara qedexekirinê, wî bi Fransa û Brîtanya jî şêwirîye.

"Di vê bûyerê de ji bersîvan pirtir, pirsên wek kî li pişt vê kuştinkarî ye hene ku divê werin ronî kirin," Mass di civîneke Yekîtîya Ewrupa de, li Brukselê got.

XS
SM
MD
LG