Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Hember Rûsyayê Hizra Avêtina Gavên Nû Dike


Logoya xeta borîya gazê ya Nord Stream 2
Logoya xeta borîya gazê ya Nord Stream 2

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Sêşemê li Berlînê dîyar kir ku bo rawestandina pêyvajoya erêkirina xeta borîya gazê ya Nord Stream 2 ji ser Rûsyayê gav avêtine.

Scholz ji rojnamevanan re got ku hikûmeta wî bo bersîvdayîna kiryarên Moskowê li Ukraynayê, pîvanan bikar dike.

Wî da zanîn ku hikûmetê biryar daye ku pejirandina xeta borîyê jinûve binirxîne, ya ku hîn dest bi xebatê nekiriye, lê Scholz got ku ew yek wê demekê bigire.

Amerîka û hin welatên Ewrupî borîya ku gaza xwezayî ku gazê ji Rûsyayê digihîne Almanyayê demeke dirêj e rexne dikin û dibêjin ku enerjîya Rûsî hewcebûna Ewrupî ji Rûsya re zêdetir dike.

XS
SM
MD
LG