Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsa Alman Hewila Kuştina Serokwezîrê Saksonya Têk Dibe


Dîmeneke Polîsên Almanya
Dîmeneke Polîsên Almanya

Polîsê Almanya îro Çarşemê ragihand ku wan li eyaleta Saksonya planeke aktîvîstên dîjî vaksînlêdanê ya ku kuştina serokwezîrê eyaletê Michael Kretschmer armanc dikir, derxistine holê.

Hevdem, karbidestên polisê welêt dîyar kir ku fikarên ser protestoyên tundtir yên dijî planên vaksînlêdana mecburî, zêde bûne.

Plana kuştina Michael Kretschmer, eyaleta ku rêjeya nexweşî ya COVID-19 pir bilind e û rêjeya vaksînlêdanê pir kêm e, di nava komeke bi navê "Dresden Offlinevernetzung" de ser platforma Telegramê, hatiye nîqaş kirin.

Polîsan da zanîn ku piştî lêgerînên li gelek cîhên li bajarê Dresdenê, 'gumana kuştina serokwezîr piştrast bûye'.

Protestoyên dijî qedexeyên nû yên bo kesên bêvaksîn û planên mecbûrîkirina vaksînlêdanê, di nava hin komên li Almanyayê di van demên dawî de tundtir bûne.

Her wiha êrîşên dijî doktor, sîyasetvan û rojnamevanan jî zêde bûne.

Televîzyona Almanî ARD roja Sêşemê ragihand ku zêdetirî bi dehan sîyasetvan, dezgehên ragihandinê û saziyên giştî dijî tedbîrên COVID-19nameyên tehdîtê yên bi sernivîsên "berxwedana bi xwîn" wergirtine û di nav wan de parçeyek goştê pêçandî hebûye.

Di Îlonê de, navendeke vaksînlêdanê ya li Saksonya hatibû şewitandin.

Li Almanya, vaksînlêdan dê ji 16'ê Adarê pê ve jibo kesên li nexweşxane, navendên lênerînê û karkarên din yên saxlemîyê were mecbûrî kirin.

XS
SM
MD
LG