Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Bang li Sirbistanê Dike ku li Gor Şertên YE Tevbigere


Wezîra Navxweyî ya Almanya Nancy Faeser bang li Sirbistanê kir ku bo endamtîya Yekîtîya Ewrupa (YE) divê polîtîkayên vîza yên yekîtîyê bi cîh bîne.

Faeser, berî li Luksemburgê bi hevtayên xwe re bicive, got ku ew hêvî dike ku Sirbistan polîtîkayên xwe zû li got rêbaza YE biguherîne.

‘’Jibo endamtîyê hin şertên YE’ê hene ku ji wan yek polîtîkaya hevbeş ya vîzayê ye.’’ Faeser got.

Sirbistan bo welatên wek Tûnis û Hîndistanê sîyaseteke bê vîza dimeşîne.

Karbidestên YE dibêjin ger Sirbistan wisa bibe endam ewê ber bi yekîtîyê pêleke din ya koçberîyê destpê bike.

XS
SM
MD
LG