Almanya bi Hevalbendên Xwe re bo Ukrayna Garantîyên Ewlehîyê yên Piştî Şer Gotûbêj Dike
Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Yekşemê dîyar kir ku ew bo pêyvajoya piştî şerê li Ukrayna bi hevalbendên xwe re garantîyên ewlehîyê yên bo wî welatî gotûbêj dikin.
"Em bi hevalên xwe yên nêz re ser pirsa garantîyên ewlehîyê yên ku em dikarin bidin gotûbêj dikin. Ev pêyvajoyeke berdewam e. Dîyar e ku ewê ne wekî ku heman endamê NATO’yê be," Scholz got.
Scholz bi berdewamî destnîşan kir ku garantîyên ewlehîyê yên bo Ukrayna di warê dîplomatîk de bi baldarî tê nirxandin, bo roja ku ew hêvî dikin ku zû bibînin, dema ku şer bi dawî bibe.