Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dê di 27'ê Berfanbarê de Dest bi Karanîna Vaksînên Vîrusa Korona Bike


Wezîrê Saxlemî yê Almanya Jens Spahn

Wezîrê Saxlemî yê Almanya Jens Spahn wezîrên saxlemî yên eyaletan re do Çarşemê ser vaksîna vîrusa korona kom bû.

Rêvebirîya Berlînê ragihand ku wezîran li hev kirine ku di 27’ê Berfanbarê de kempeyna karanîna vaksînan destpê bike.

Vaksînên pêşî dê bo kesên li malên kal û pîran dimînin werin karanîn.

Çaverê ye ku Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) berî Noelê bo vaksîna BioNTech û Pfizerê destûrê bide.

Ger ew komîsyon di 23’yê Berfanbarê de bo karanîna vaksîna destûrê bide li ber e ku li Almanya jî di 27’ê Berfanbarê de vaksîn werin karanîn.

Berpirsa Saxlemîyê ya Komîsyona YE’ê Stella Kyriakides bang li welatên yekîtîyê kir ku bo hazirîyên karanîna vaksîna bilezînin.

Kyriakides ji medya Almanya re da zanîn ku divê welatên YE’ê hazirîyên xwe temam bikin û got ku ‘’Ew vaksîn dê bo hemîyan xelata herî xweşik ya Noelê be’’

Serokwezîra Almanya Angela Merkel dê îro Pêncşemê bi avakarên BioNTechê Ugur Sahîn û Ozlem Turecî re bi rêka vîdeokonferansê biaxife.

Wezîrê Saxlemî Jens Spahn û Wezîra Lêkolînê Anja Karliczek jî dê beşdarî vîdeokonferansê bibin.

XS
SM
MD
LG