Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve ya Almanya Dê Serdana Washingtonê Bike


Wezîra Derva ya Almanya Annalena Baerbock

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîra Derva ya Almanya Annalena Baerbock dê roja Çarşemê serdana Washingtonê bike.

Reutersê dîyar kir ku Baerbock dê bi hemtayê xwe yê Amerîkî Antony Blinken û hin karbidestên din re ser girjîya Rûsya û Ukrayna biaxife.

Baerbock dê bi awayekî fermî cara pêşî serdana Amerîka bike.

Ew dê bi karbidestên Amerîkî re ser siberoja dîyaloga bi Rûsya re, îqlim, sîyaseta derve û xurtkirina demokrasîyan jî bipeyîve.

Berdevikê hikûmeta Almanya dîyar kir ku şêwirmendê sîyaseta derve yê serokwezîrê welêt Olaf Scholz jî dê vê hefteyê bi hemtayên xwe yên Fransî û Rûs re biaxife.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG