Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Ser Toleyên Nû yên Dijî Rûsya Hîn Lihevkirin Çênebûye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku Yekîtîya Ewrupa (YE) dê heta çend rojan dijî Rûsya paketeke nû ya toleyan ragihîne.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock ragihand.

Baerbock dîyar kir ku YE’ê dê paketa şeşan ya toleyên dijî Rûsya piştî çend rojan eşkere bike.

Wê li Brukselê ji rojnamevanan re da zanîn ku ambargoya neftê ne hêsan e û got ku divê berê hin kêşe werin çareser kirin.

Wezîra Alman dîyar kir ku ewê di rojên pêş de ser toleyên nû lihevkirin çêbe.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya bo kirên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG