Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyê Al-Qaîde Piştî Dengiya Ku Ew Miriyê Di Vîdyoyekê De Diyar Dibe


 Ayman al-Zawahri
Ayman al-Zawahri

Piştî çend mehan ji dengiya ku ew miriye, serkirdeyê Al-Qaîde Ayman al-Zawahri di vîdyoyeke salvegera 20an ya êrîşên 11ê Êlûnê de diyar bû.

Gurûpa agahdariyan SITE ya ku çavdêriya malperên jîhadî dike, got vîdyo roja Şemiyê hate belavkirin û tê de al-Zawahri dibêje,”Orşelîm dê qet nebe cihû”, û ew pesna êrîşên al-Qaîde dide, di nav de jî êrîşa ku meha Çile li Sûriyê hêzên Rûsî kiribûn armanc.

SITE got al-Zawahri her wiha bal kişand ser vakişîna hêzên Amerîka ji Afghanistanê piştî 20 salên şer.

SITE anî ziman ku şîroveyên wî ne nîşana tomarkirineke nû ye, ji ber ku rêkeftina vekişîna hêzên Amerîkî li gel Talîbanê di Şubata 2020an de hatibû îmzekirin.

Al-Zawahri behsa kontrolkirina Afghanistanê ji aliyê Talîbanê ve nekir.

Dengiyek ji sala 2020an ve belav bûye ku al-Zawahri bi nexweşiyekê miriye.

Rêvebrira SITE Rita Katz di twîtekê de got:

“Dibe ku ew mirî be û eger wiha be, dêmeg ew di demeke piştî Çileya 2021an de miriye.”

Al-Zawahri yê Misrî piştî kuştina serkirdeyê al-Qaîde Osma bin Laden ji aliyê Amerîkayê ve, bû serkirdeyê al-Qaîde.

XS
SM
MD
LG