Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Me Amarbargoya Dijî Îranê Neşikand


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna bi parlamenterên Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de dîyar kir ku wan ambargoyên Amerîka yên dijî Îranê neşikandine.

Serokomarê Tirkîyê, piştî Reza Zarrab cara yekê ser wê mijarê axifî.

‘’Peywendîyên me yên enerjî û bazirganîyê bi Îranê re hene. Me ambargo neşikand. Encama wê dozê çi be jî me ya rast kir û ambargo neşikand.’’ Erdogan got.

Erdogan da zanîn ku ''dinya ji tenê ji Amerîka pêk nayê'' wan bo enerjî û bazirganîyê jî Îranê re peywendî çêkirine.

Karsazê Tirk yê girtî Reza Zarrab, ku du roj in li dadgehê diaxife, di rûniştina îro ya doza şikandina ambargoya Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya dijî Îranê de, gotibû ku Serokwezîrê Tirkîyê yê wê demê, Recep Tayyîp Erdogan bi xwe rola bankayên Tirkîyê erê kiriye.

XS
SM
MD
LG