Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amazon Hebûna Xwe li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Firehtir Dike


Kompanîya Amazon îro Duşêmê ragihand ku ew ê îsal li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) 1,500 karên nû ava bike û hebûna xwe li wî welatî firehtir dike.

Di daxuyanîya kompanîyê de hat gotin ku afirandina kar li wî welatî bi avakirina cihên gihandina kel û pelan ve destpê bike, le kompanî li ser we yekê zêdê agahî dîyar nekir.

“Amazon wê çar îstasyonên nû yên gihandinê weke ku kapasîteya xwe ya gihandinê zedê bike û bigihijê zedê muşterîyan. Bi ve mezinbûnê, bi hevkarîya hevkaran, wê karên nû were ava kirin,” Amazon di daxuyanîyê de got.

Di destpêka wê salê de Amazon gotibû ku servîsa wê ya “cloud” bi navê Amazon Web Services wê di sala 2022an de li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî sê navendên nû yên datayê ava bike.

XS
SM
MD
LG