Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amazon bo Çavdêrîya Xebatkarên Xwe Laboratuvara Testa Korona Çêdike


Embara kompanîya Amazonê li Delaware

Kompanîya firotana ji înternetê, Amazon ragihand ku ewê laboratuvara testa vîrusa korona çêke.

Amazon’ê da zanîn ku ew dê li laboratuvarê çavdêrîya saxlemîya xebatkarên xwe bike.

Wê kompanîyê dîyar kir ku wan bo testên vîrusa korona tîmeke ji pisporan jî çêkiriye.

Li gor daxuyanîya Amazon’ê, di qonaxa pêş de ew dê hemî xebatkarên xwe ku nîşanên vîrusa korona raber nekin jî test bikin.

Pirtir ji 50 navendên Amazon’ê bûyerên vîrusa korona hatibûn ragihandin û li ser hin xebatkaran ew vîrus hatibû tespît kirin.

XS
SM
MD
LG