Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amazonê Destûr Da Xebatkarên Xwe ku Heta Dawîya Hezîrana 2021’an ji Malê Bixebitin


Kompanîya firotina onlayn, Amazonê ragihand ku xebatkarên wan dê jiber vîrusa korona heta dawîya Hezîrana 2021’an ji malê bixebitin.

Amazonê berê dîyar kiribû ku ewê xebatkarên wan yên dikarin ji malê bixebitin heta Çileya 2021’an karên xwe ji malê bimeşînin.

Li depo û navendên din yên Amazonê heta niha bi qasî 19 hezar xebatkar bi vîrusa korona ketin.

Berdevikê Amazonê dîyar kir ku xebatkarên ku mecbûrên ku herin li navendên kompanîyê bixebitin, pêdivîyên wek maske û dezenfektanê wek alîkarî distînin û ew li gor prensîbên paqijîyê û mesafeya civakî tevdigerin.

Sendîka û sîyasetvan dibêjin ku hin kompanî xebatkarên xwe bi vîrusa korona re rûbirû dihêlin û ji wan dixwazin ew bala xwe pirtir bidin ser xebatkaran.

Bi destpêka pandemîyê re, kompanîyên wek Twitter, Facebook û Microsoftê bo xebatkarên xwe derfeta xebata ji malê dabûn.

XS
SM
MD
LG