Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amazon Dixwaze 55 Hezar Karmendan Wezîfedar Bike


Arşîv: Amazon li Seattle.
Arşîv: Amazon li Seattle.

NEW YORK (AP), roja Çarşemê kompanîya Amazon ragihnd ku ew niha plan dikin jibo 55,000 karmendên din ji seranserî cîhanê wezîfedar bikin di nav de 40,000 dê ji nava Amerîka bin.

Amazon gotiye ew ciyên hatine amade kirin ji bo karmendên teknîkî û pileyên di şerîkatan de. Bi şêweke cûda Amazon hezaran karmend wezîfedar kirine bo kar kirina li embaran û veguhastin û barkirina daxwazên bikirên onlaynê.

Ev di demekî de ye ku gelek kompaniyên din ji ber pandemiyê dest ji karmendên xwe berdane, seng keftîye ser kompanya Amazon, piştî ku di dema pandemiyê de xelk di malên xwe de mane û pêdiviyên xwe bi rêya onlayn daxwaz dikin.

Tenê di sala borî de Amazon 500,00 kes wezîfedar kirbûn, Amazon niha li seranserî cîhanê 1.3 mîlyon karmend hene. Niha ew di rêza duyê ya mezintirîn kompaniya Amerîkî de ye, piştî kompanîya Walmart ya ku ew jî hewildanên zêdekirina karmendan dike.

Walmart Çarşemê ragihand ku ew jî dê 20,000 kesan tevî Sam's Club bo kar kirina li embarên veguhastina daxwazên malan wezîfedar bikin.

Weke Walmartê niha givaştin li ser Amazon jî heye derbarê serederiya kompaniyê li gel karmendan, sendîka karkeran li wîlayeta Alabama di kempeyna xwe de, ya destpêka vê salê li dij kompaniya Amazon biser neket, lê sendîka û berevankarên karmendan, serederiya Amazon ya li gel karmendan dişopînin.

Sendîkaya Teamsters, ya ku yek ji mezintirîn sendîka ne, li Amerîka, di meha Hezîranê de gotbû, ew hemî hewilan dide ku wekheviya pirsa karkirinê li Amazon rêkbixe, wê gotbû, Amazon karmendan bikar tîne, perek kêm dide wan, û ew dixwaze karmend gelek bilez kar bikin û ewlehiya karkirinê jî nîne.

Amazon roja Çareşmê dîsan ragihand ku zêdekirina karmendan dê karê wan pêş bêxe, di nav de yekîneya wan ya esmanê û projeya hinartina keştiyan bo bûşahiya esman da ku hêlên înternêtê li ser erdî bihêz bêxin.

Kompanîya Amazon ku bingeha wê ya sereke li Seattle, ragihand ku niha derfeta wezîfên hatine vekirin li ser 220 malperan ji malperên Amazon li ser Internêtê, li seranserî Amareîka di vekirîne.

XS
SM
MD
LG