Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Çalakîya Dijî Operasyona Ser Rojava de 47 Kes li Amedê Hatin Desteser Kirin


Astengkirina polîsan ya xwepêşandake HDP'ê li Amedê (Arşîv)
Astengkirina polîsan ya xwepêşandake HDP'ê li Amedê (Arşîv)

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo şermezarkirina operasyonên esmanî yên ser Rojava xwest ku li Amedê çalakîyeke protestoyî li dar bixe lê jiber ku ev çalaki bê destûr e polîs grubê asteng kir û digel hevserokê HDP'ê Zeyyat Ceylan 47 kes hatin desteser kirin.

HDP, Partîya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jina Azad, Kongreya Civaka Demokratîk, rêxistinên sivîl û sendîka, jibo şermezarkirina operasyonan li Meydana Derîyê Çîya kom bûn û xwestin pêşî daxuyanîyek bidin, lê polîs destûr neda ûy got çalakîya wan li dijî qanûnan e û xwest ku belav bibin.

Lê, sîyasetvanên Kurd anîn ziman ku ew jibo aştîyê kom bûne û dirûşmên 'Bijî bexwedana Kobanê, Jin Jîyan Azadî' hate gotin.

Polîs nehîşt rojnamevan dîmenan bigirin û dora çalakvanan girtin, hemî kesên ku jibo çalakîyê kom bibûn, desteser kirin.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez, Hevserokê Komeleya Xizmên Hindahîyên Mezopotamya (Mebya-Der) Şehmus Karadag, Hevserokê Komela Mebya DERê Rifat Ronî, Hevserokên Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê Emîne Akşahîn û Hasan Çitirik, hevserokê Odeya Mîmaran Şerefxan Aydin, Serokê Odeya Muşavîran Abdulkadir Olgun jî di nav de 47 kes hatin desteser kirin.

Ji alîye din ve, Walîtîya Amedê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku li Amed û bajarokên wê ji 21’ê Mijdarê heta 30’ê mehê çalakî, daxuyanî, meş, belavkirina belavokan, vekirina pankartan û afîşan qedexe kirine.

Di daxuyanîya walîtîyê de wiha hat gotin:

“Di çarçoveya tekoşîna dijî terorê operasyonên dersînorî pêk tên, lê li dijî van operasyonan agahîyên xelet tên belav kirin û bang tê kirin ku aramîya bîragiştî xirab bibe. 27’ê Mijdarê jî salvegera damezrandina rêxistina terore PKK’ê ye. Jiber wê tê çaverê kirin dijî operasyonên serketî yên dewleta me, çalakîyên tolhildanê pêk werin. Jibo pêşîgirtina wan ji 21’ê mehê heta 27’ê mehê saet 23:59’ê hemî çalakîyên li derve hatîne qedexe kirin.”

XS
SM
MD
LG