Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Rewşa Amedspor Dibe Mijareke Germ


Amedspor in Diyarbakir
Amedspor in Diyarbakir

Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî îro Sêşemê got ku ew alîgirên Bursasporê silav dike û jiber sekna wan ya netewî wan pîroz dike.

"Ez alîgirên Bursasporê silav dikim û jiber sekna wan ya netewî wan pîroz dikim. Cudaxwazan li stadyumê provokasyon kirin û ew rûreşîyek e. Xwişk û birayên min yên bi eslê xwe Kurd û terorîstên cudaxwaz ji hev cuda ne. Kî hewil bide tovê dijmintîyê biçîne, divê serê wan were jêkirin.”

Bahçelî, ku di axaftina xwe ya koma partîya xwe de navê Amed bi kar neanî, bi firehî li ser wê maçê sekînî.

“"Em gîş dizanin ku wêneyên ku hefteya borî di maça futbolê ya di navbera Bursaspor û Dîyarbakirsporê hatin rakirin, dijî exlaq û xwezaya sporê bûn. Li gor dîtina me, cîhekî bi navê Amed tuneye û ti kes wê qala Amedsporê neke."

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan bi tundî bersîva gotinên Bahçelî da û got ku ew êrîşên nîjadperest û çeteyên tarî hembêz dike.

"Hevkarê biçûk yê hikûmetê careke din êrîşên nîjadperest, çeteyên tarî yên salên 90'î hembêz kirin. Wî got ku Amed tuneye, Amedspor tuneye. Ez li vir careke din dibêjim ku Amed heye û wê tim hebe. Amedspor heye, wê hebûna xwe bidomîne. Amedspor wê bi domdarî golên xwe tomar bike."

Buldan got ku desthilata sîyasî wê di demeke nêz de tunebe. "Yên ku tunebin, hun in û hunê di vê hilbijartinê de herin. Hun mehkûm in ku bi van axaftinên xwe yên nîjadperest, bi helwestên xwe yên êrîşkar herin û emê we bişînin."

Hêjayî bîrxistinê ye ku di maça Lîga Duyê ya Futbolê de, alîgirên Bursasporê êrîş biribûn ser lîstikvanên Amedsporê û herwiha wêne û pankart rakiribûn ku qala bûyerên neqanûnî yên salên 1990'an de li herêmên Kurdan bi bîr dixistin.

XS
SM
MD
LG