Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Peqînên Hezirana 2015an, HDP Cara Yekê ye Diherike Meydanan


Mîtînga HDP li Amed(Diyarbekir)ê
Mîtînga HDP li Amed(Diyarbekir)ê

Piştî peqîna mitînga li İstasyonê ya di 5ê Hezirana 2015an de cara yekê ye, endam û alîgirên partiya HDPê ewqas meydanê tije dikin û di mitîngê de amade dibin.

Tirsa peqîna bombeyan li ser her kesî bandorek çêkiriye, lê digel ku germeka pir zêde hebû dîsa jî zarok, kal û pîr li meydanê bûn, digel wê girseyek bi hezaran li meydanê bûn. Ev car jî wekî mitîngên berê kontrolek mezin ya ewlehiyê hebû, jibo ewlehiyê ji bajarên din jî polîs hatibûn, bi dehan wesayitên zirxî li derdora meydanê bûn.

Di destê ciwanana de alên HDPê û DBPê hebûn lê di dema axaftina de wêneyên Ocalan jî dihatin rakirin.

Piştî operasyon û qedexeyan wêneyên Ocalan û pirtûkên wî jî qedexe ne. Lê di rewşa awarte de ev alav weke sedema propagandaya rêxistina terorê tên nîşandan. Lewma 10 kesên ku di mitingê de posterên Ocalan rakiribû, bi hiceta ku propagandaya terorê kirine hatin girtin.

Çend beşdarên mîtîngê ku hatibûn gohdariya Demritaş li ser mîting û hewla derbeyê hizrên xwe ji denge Amerîka re anînin ziman.

Hun dikarin di fayla dengî de nêrînên beşdarên mîtingê gohdar bikin.

Xelk Derheqa Mîtînga HDPê li Amedê Çi Dibêjin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:43 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG