Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amedê Newroz di bin Baranê de Hate Pîroz Kirin


Newroza Amedê, bi beşdarîyan hezaran, di bin baranê de hate pîroz kirin.

Tevî rojîya remezanê, şilî û baranê ji her temenî mirov li Qada Newrozê bûn.

Wekî her carê îsal jî hevserokên DEM Partî, sîyasetvan qurnefîlan danîn cîyê ku Kemal Kurkut 7 sal berê di Newrozê de li Amedê hate kuştin.

Tecrîda li ser rêberê PKKê, çalakîyên gireva birçîbunê yên li girtîgehan ku jibo dawîkrina tecrîdê bidestpêkirîye, herwihsa peyamên jibo aşitîyê, hilbijartina heremî, mijarên sereke yên axaftinan bun

Leyla Zana : Hun amade ne rêya aştîyê disa were vekirin?

Sîyasetvana navdar Leyla Zana beşdarî Newrozê bû û li ser girîngîya rojê peyaman da. Zana di axaftina xwe de rêber û pêşengên Kurdan, Şêx Seîd, Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed, Seîdê Kurdî, Melayê Cizîrî bibîr anî û weha axivî:

“Ew koka me ne. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Zekîye Alkan bedena xwe da ber agir û rojên tarî ronî kir. Mazlum Dogan bi sê zilikên şixarteyê rojên reş ronî kir. Em tevek ronî kir. Ez wan tevan bi hurmet bi bîr tînim. Ez careke din dibêjim keda we sax be.”

Bo Mele Misetfa Barzanî got 'Wî hêstên netewî yên Kurdan zindî kir.' Bo Abdullah Ocalan jî got 'Em bi felsefe û fikrên Serok Apo hişyar bun.

Wê di axaftina xwe de behsa hilbijartina rêveberîyên herêmî kir û xwest Kurd li rêveberîyên xwe xwedî derkevin.

Wê got ev ne tenê hilbjartinên şaredarîyê ne:

“Em ê tenê şaredaran ne hilbijêrin. Partîyên îktîdarê henekên xwe bi aqilê me dikin. Dibêjin; ‘Me 100 salan Kurdan birêve bir. Kurd ji me razî ne lewma deng didin me. AKP, CHP, MHP... Em êdî dibêjin ‘êdî bes e, Ji vir û şunde em bi xwe dêîradeya xwe bi kar bînin.”

Wê di axaftina xwe de behsa Jîna Amînî kir û got piştî qetilkirina Jîna Emînî dirûşma "Jin, jîyan, azadî" Êdî bû ya cîhan û hemî jinan.

Sîyasetvana Kurd Leyla Zana di dewamîyê de behsa hewldanên aştî û çareserîyê kir û banga Ocalan ya di sala 1993’yan de bîr anî. Wê weha dewam kir:

“Hun amade ne ku ev rêye dîsa were vekirin? Aştî, bereket e. Aştî, hezkirin e. Em careke din bi dengekî bilind dibêjin; Newroza te pîroz be Serok Apo. Newroza hemû hevalên girtî pîroz be.”

Bakirhan '' DEM Partî piştgirîya deklarasyona aştîyê ya birêz Ocalan e''

Hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakirahn jî behsa deklerasyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ku di Newroza 2013’an de hate xwendin kir û dîyar kir ew, deklarasyona jîyaneke demokratîk, aştîyane û wekhevîya 86 milyon hemwelatîyên Tirkîyeyê bû.

''Lê mixabin kesên şerxwaz û dijminatîya Kurdan dikin, ji bo aştî neyê vî welatî ew deklarasyon nas nekirin. Weke DEM Partîyê em li gel wê deklarasyona aştîyê ya birêz Oalan in. Bi vê wesîleyê em Newroza birêz Ocalan û hevalên din ên di Girtîgeha Îmralîyê de pîroz dikin.”

XS
SM
MD
LG