Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul Serdana Amedê Dike


Wezir Gul û Serokê Baroya Amede Cihan Aydin

Wezirê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul, bi serdanekê giha bajarê Amedê û serdana Baroya Amedê jî kir, Gul li ser lêpirsîna doza Tahir Elçî jî axivî.

Abdulhamît Gul got"Lêprisîna dozgeriyê hê jî didome. Em jî li benda encama vê lêpirsinê ne. Em hêvî dikin ku bi hemî aliyan û bi zelalî encam bide, ûbikujên wî werin eşkerekirin."

Abdulhamît Gul, li ser yekemîn pakêta qanuna dadgeriyê agahî dan. Wî got, di pakêtê de azadiya îfade û ramanê tê qeyîmkirin.
"Bi şertê, di çarçoveya rexnekirin û kar û barên rojnamegeriyê de bimîne, tu daxuyaniyek di çarçoveya suc de dê neyê nîrxandin. Ji bo vê jî giringe ku divê hin gav bên avêtin. Lê pesindayîna şidet û terorê bi tu awayî nayê qebûlkirin."

Yekemîn Pakêta Qanûna Dadgriyê, beşek ji Belgeya Stratejiya Reforma Dadgeriyê ye. Wezareta Dadê ev belge di meha Gulanê de pêşkêşî Serokomar Erdogan kiribû.
Wezaret reformên pênc salan di belgeyê de destnîşan kiriye. Pakêt ji 65 xalan gelek beşan pêk tê, beşa maf û azadî, sistema edaletê beşek girîn yê belgeyê ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00

XS
SM
MD
LG