Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbateke Amedî Îdia Dike ku 4 Polîs Tundî li Zarokê Wan yê 14 Salî Kirine


4 polîs li bajarokê Lîcê ya Amedê, li zarokek 14 salî tundîyê kirin. Evuqatê malbatê Ramazan Karaalp, endamê Baroya Amedê ye û da zanîn weke baro, polîsên ku tundîyê Y.D kirine, gilîyê dozgerîyê dikin.

Li gor agahîyên evuqat daye, Y.D zarokek 14 salî ye û êvara Şemîyê, digel hevalek xwe yê 10 salî, li navenda Lîcê dema xwestine harin mala xwe, wesayîta zirxî ya polîsan pêşîya wan girtîye û herdûyan suwarê wesayîtê kirine.

Lê piştî ku dîtine hevalê Y.D zarokek 10 salî ye, wî ji wesayîtê peya kirine û Y.D birine derveyê Lîcê, li qeraxê newalek peya kirine.

'Wî îda kir her çar polîs ji Y.D re gotine ''Divê tu dijûnan li Kurdan bikî û bêjî xweşbextane me ku ez Tirk im.''

'' Lê Y.D tirsîyaye û deng nekirîye, ev jî hêrsa polîsan rakirîye û bi dimsik ango qundaxa demançê, bi pihîn û kulman lixistine. Heta ku ew ji ser hişê xwe çûye.''

Li gor agahîyên parêzer, polîs dest û ling û devê zarokê 14 salî girêdane û lê gefan xwarine.

''Ger heta sibê tu sirûda netewî û ya leşkerîyê jiber nekî emê werin guleyek berî sere te bidin û te bikujin.''

Gundîyek ku axura wî li wan dora bûye, Y.D’yê ku dest û ling û devê wî girêdayî li ber qeraxê newalê dîtîye û ew rakirîye nexweşxanê.

Doktor li Nexweşxana Lîcê ya Dewletê rapora tundîyê jibo zarokê 14 salî amade kirîye û gazî polîsan kiriye. Lê polîsên ku Y.D derp kirine hatine û li doktor û malbatê jî gefan xwarine.

''Ji doktor re gotine tu nikarî rapora derpkirinê binivîsî. Ji malbatê re jî gotine 'Gey we otomobilên Toros yên sipî jibîr kirîye, qey dîsa hun dixwazin ew derkevin peyasê'' got parêzerê malbata Y.D.

Hêjayî gotinê ye di salên 90î de li bajarê Kurdan bi taybet endamên rêxitina kontrayî JÎTEM otomobîla markaya wê Toros û renge wê sipî ye, bikar dianîn. Di wan salan da bi sedan kes, piştî bi darê zorê suwarê wan otomobîlan kirin, bê serûber çûn û hestîyê wan jî nehatin dîtin.

Li gor daneyên ÎHDê li Tirkîye ji 10 hezarî zêdetir Kurd bi vî awayî hatin hinda kirin.

Evuqat Ramazan Karaalp got lê doktor rapora xwe nivîsîye û Y.D sewqî nexweşxaneya zanîngehê kirine.

''Çavê rastê yê Y.D jiber derbeyan dikare kor bibe. Li ser bedan wî jî gelek şopên lêdanê hene'' Karaalp got.

Baroya Amedê polîsan gilî kir û serî li dozgerîyê dan ku di heqê wan polîsan da doz vebe.

Me jibo van agahîyan telefonê qeymeqamîya Lîcê kir, lê gotin hê tu gilînameyek negihîştîye ber deste wan û ew ji bûyerê ne agahdar in. Qeymeqamî got ku piştî bidestxitina agahîyên rastîn, ger hewce be ewê daxuyanîyekê bidin.

KHF_03_22_2022_Polis _Lice
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00
XS
SM
MD
LG