Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tora Ziman û Çanda Kurdî li Amedê Mesaja Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye Weşand


UNESCO di sala 1999'an de 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî pejirand. Ji wê salê vir ve ew roj li seranserê cîhanê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê pîroz kirin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî li Amedê derbarê rojê de daxuyaniyek belav kir.

Endamê Torê M. Emîn Aktar daxuyanî xwend û got ku tora ziman li ser şopa wan kesên nemire ku doza azadîya çand û zimanê Kurdî dikin.

Di daxuyanîyê de hat balkişandin ku zimanê Kurdî hîn jî nebûye xwedîyê statuyeke fermî û ji hemî derfetên dewletê bêpar e.

"Gelek astengî li ber zimanê Kurdî hene. Ew jî nahêle ku zimanê Kurdî geş bibe û bi pêş bikeve. Lewma jî berî her tiştî divê zimanê Kurdî bibe xwedîyê statuyeke fermî û hemû kend û kospên li ber zimanê Kurdî bihên rakirin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

XS
SM
MD
LG