Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elektrîka Kargehên Avê yên Bajarên Kurdan Hatin Birîn


Hevseroka Bajarvanîya Amedê Gultan Kişanak

Jiber 250 mîlyon TL deynên berê yên elektrîkê yên bajarvanîyên Amed, Şirnex, Sêrt, Ruha, Mêrdînê, şîrketên belavkirina ceryanê, elektrîka tesîsên bajarvanîyan birî.

Tê ragihandin ku jiber birîna ceryanê, 5,5 mîlyon hemwelatî wê bê av bimînin.

Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) jiber deynên berê yên beldeyên li ser bajêrvanîya Amedê, elektrîka kargehên ava paqij û ava pîs ya bajêr jî birî.

Jibo ku ava bajêr neçike, bajarvanî niha bi jeneratoran ceryanê dide tesîsên avê.

Hevseroka Bajarvanîya Amedê Gultan Kişanak li ser vê kêşeyê daxuyanîyek da û şîrketa DEDAŞ'ê bi derxistina astengîyên li pêş xizmeta şaredarîyê tawanbar kir.

"Di sala 2014'an de me 28 mîlyon TL deynê ceryanê da. Qiruşek deynê me tuneye, lê jiber ku beldeyên biçûk bûn taxên bajêr, dixwazin deynê wan yên berê ji bajarvanîyan bistînin."

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00

XS
SM
MD
LG