Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Tirk Altinok jibo Civîna Ewlehîya Hilbijartinê li Amedê Bû


Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîyê Selamî Altinok jibo civîna ewlekarîya hilbijartinê hat Amedê.

Wezîr bi heşt walîyên li herêmê re herwiha bi gerinendeyên emnîyet û serokên cendermeyên bajaran re kom bû.

Altinok da zanîn li heşt herêman civinên hilbijartinê lidar dixin. Di civînan de şert û mercên herêmê û ewlekarîya hilbijartinê nîqaş dikin.

Altinok da zanîn ku wî berî Amedê li Wanê civînek pêk anîye. Piştre jî wê li Edene û Entabê li ser heman mijarî bicivin.

“Jibo hilbijartinek demokratik û azad çêbe û jibo gel bi awayek ewle here deng bide em tev digerin, xebatan dikin.”

Jiber rewşa aloz li navçeya Sura Amedê jî li 9 taxan wê cîyê 57 sindoqên dengdanê were veguhestin. Li ser biryara komîsyona hilbijartinê ya Surê nêzî 31 hezar hilbijêr wê mecbur li taxên din yên Sûrê dengê xwe bidin.

Hêjayî gotinê ye ku li navçeya Sûrê li çend taxan xweserî hat îlan kirin, xendek hatin kolan û pevçûn nav hêzên ewlekarî û baskên ciwanan yên li bajaran yên PKKê rû didin.

Kerem kin li vîdyoya vê nûçeyê temaşe bikin

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê li Amedê Bû
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:46 0:00

XS
SM
MD
LG