Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Korona bi Hezaran Amedî Bêkar Pêşwazîya 1'ê Gulanê Kir


Jiber vîrusa korona li Tirkîyê bi mîlyonan xebatkar bêkar pêşwazîya 1’ê Gulanê kir. Îro li Tirkîye li 31 bajaran qedexa çûnhatinê heye, lê dîsa hin kedkar bi mecburî çûn ser karen xwe.

Li Amedê, ku yek ji wan 31 bajarên bin qedexe ye, 1’ê Gulanê nehat pîroz kirin.

Li hember belavbûna vîrusa korona li Tirkîyeyê bi hezaran dikan hatin girtin, li bazaran ji bilî sebze û fêkîyan hemî dezgeh hatin rakirin.

Wezareta Karê Navxweyî ragihandibû ku di çarçoveya tedbîrên li dijî korona de, jibo demeke nedîyar 149,382 dîkan dane girtin.

Lê, li gor daxuyanîya serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di nav du mehan de li Tirkîye 400 hezar firoşgeh hatine girtin û ji 2 mîlyonan zêdetir kes bêkar mane.

Li bazara jinan ya Amedê jî dezgeha 25 jinên firoşkar hatin rakirin ku yek ji wan jî Muruvet Demîr e.

Ew, neh sal in ku li bazarê kincan difroşe, lê piştî koronayê dezgeha wê jî hate rakirin. Demîr niha bi yevmîye rojê 50 lîraye Tirkî di dezgehek hevaleke xwe ya hêkfiroş de dişixule.

“Min berî korona ji toptancîyan 20 hezar lîra tiştên firotinê kirîne. Bi yewmîye rojê tenê 50 lire dikeve destê min û nikarim deynê xwe jî bidim.”

Hun dikarin li ser fayla deng guh bidin çîroka Demîr.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00

XS
SM
MD
LG